Koma Berxwedan - Xortên Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 239 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Berxwedan - Xortên Kurdistan

Xortê kurdan, de rabin, xwîna sor em birjînin
Heyfa pêşmergên qehreman em hilînin
Navê Kurdistanê li cîhan em bibînin
Keç û xort, ku em nekin, em namînin

Xortê kurdan, ax em hemû, de partî ne
Em pêşmergê riya rast û serxwebûn ne
Evîndarê/a Kurdistanê ya kadin e
Evîndar, azadî serbestî ne

Xortê kurdan, hemû heval bikin xebat
Ji bo heval, ji bo şêrî, ji bo welat
Dengê pêşmergên qehreman giran dihat
Divê rabin xortê kurdan, bikin xebat
Dengê Hakî û Salih giran dihat
Divê rabin xortê kurdan, bikin xebat

Xortê kurdan, de rabin, xwîna sor em birjînin
Heyfa pêşmergên qehreman em hilînin
Navê Kurdistanê li cîhan em bibînin
Keç û xort, ku em nekin, em namînin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?