Koma Botan - Ber Bi Ro
wêneyê hunermendî:ê 118 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Botan - Ber Bi Ro

Tariya bêdengiya ser te hildidim
Rastiyên li xwekirî te de tazî dikim

Ez zarokên çavê xwe
Te de girî vedikim
Di hevdîtina wan de
Şev û roj wek hev dibin
Perda çavan hildidî
Jiyan zindî dibe
Roj li me bilind bûye
Tu caran naçe xwarê

Ez bi meşa hezaran ve
Heviya roja nû me
Benda berbanga xwe me
Dil te diafirîne
Deng vedide evîna te
Dilê min dilerizîne
Nû vebûye roja bilind
Zaroka çavê min tîne

Zilm û zor, zilm û zor
Bes e, bes e ew zilm û zor

Gotin: Avesta Aydin
Muzîk: Ümit
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?