Koma Çar Newa - Berivanê
wêneyê hunermendî:ê 76 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çar Newa - Berivanê

Bêrivanê mal wêranê
şêrînê wey bê xudanê
zerka te bo çi vala ye
meşka te bo çi qetya ye
Bêrivanê mal wêranê
şêrînê wey bê xudanê
pezê te bo çiyê mite
belavê ev ro kit kite
berîyê bêje şivanê
guh bide pezê xudanê
Bêrivanê mal wêranê
bêrîyê bêje bêrîya
esmer û can û zerîya
nêzîke ew bihar bêtin
ew bihara pez bizêtin
Bêrivanê mal wêranê 

berîyê qêr ke strana
da te nakin êş û jana
em ji tirsê qet namirin
em ji tirsê qawîmtirin
Bêrivanê mal wêranê
Bêrivanê mal wêranê
şêrînê wey bê xudanê
zerka te bo çi vala ye
meşka te bo çi qetya ye
Bêrivanê mal wêranê
şêrînê wey bê xudanê 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?