wêneyê hunermendî:ê 94 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çar Newa - Cano

Çi kerî pez e û pala hanê
Min hejmarto bi desmalê

Pezê lawkê min hogeç e
Cano cano cano can
Min çêrand û kaş bi kaş e
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran

Pezê lawkê min kavir e
Cano cano cano can
Min hejmarto bir bi bir e
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran

Çi kerî pez e û pala hanê
Min hejmarto bi desmalê
Çi kerî pez e û pala hanê
Cano cano cano can
Lêvê tenik, diranê mircan, kî bi heyran

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Gimgim
Berhevkar: Mehmet Kaya

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?