Koma Çar Newa - Kuro Were
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çar Newa - Kuro Were

Kuro were were were
Benda te me
Kuro were were were
Hêviya te me 

Biskê min çar gulî ne
Yek ji yekê şêrîn ê
Bayê ji bakurê tê
Bedew e û zêrîn e 

Roj xweş e li serê çiyan
Bidin hev dest û milan
Govend bigirin li her deran 

(Dîsgotin)

Êvar e tarî li gundan
Pale têne zeviyan
Xwêdanê wan eniyan
Das û çakûç ser milan 

Roj xweş e li serê çiyan
Bidin hev dest û milan
Govend bigirin li her deran 

(Dîsgotin)

Destê xwe destê min de
Em herin Cizra Botan
Destê xwe destê min de
Em herin Cizra Botan
Evîna Mem û Zîn e
Biteqe Beko Ewan 

Roj xweş e li serê çiyan
Bidin hev dest û milan
Govend bigirin li her deran 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?