Koma Çar Newa - Xemilî Zozan
wêneyê hunermendî:ê 80 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çar Newa - Xemilî Zozan

Xemilî Zozan û minra kenya
Tavê ezmanan şewqa xwe dayê
Gulê gazî kir min hate manya
Ez dikim herim yar minra nayê

Yara min bedew nola van gula
Kîja rewş daye emrê dinyayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê

Kani xulxulî orta çiya de
Dinya bû zeynet û textê şayê
Gul gellek hene çavresa dila
Gazî me dikin yar minra nayê

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?