Koma Çiya - Keçika Dêrsimî
wêneyê hunermendî:ê 144 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Çiya - Keçika Dêrsimî

Ez keçika dêrsimî me
Dilê min tev bi birîn e
Ez keçika dêrsimî me
Dilê min tev bi birîn e

Qêrîn tê min ji newala
Nalîn tê min ji ber xopa
Nalîn tê min ji ber xopa

Hewar li min, dayika min
Ez bi gorî, roniya min
We ez kuştim, bi axînê/axînan
Bes e werin min bixwazin

Ez şîmela Dêrsimê me
Navê min jî Ezîme ye
Ez arama keça kurd im
Xemlan û partîya min e

We ez kirim bûka medya
Li ser ser û herdu çava
De ka werin dîlana min
Şîn dikin li Dêrsima min

Min porê xwe hine kiriye
Ji xwîna nava dilê xwe
Min kember daye nava xwe
Ji van rextê partîzana

Xilya spî ez nabêjim
Ala sor e bi xilya min e
Kilê çava ez naxwazim
Bijangê min tev barût e

Helbest û Muzîk: Şehîd Elî Temel
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?