Koma Cûdî - Ava Mezin
wêneyê hunermendî:ê 447 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Cûdî - Ava Mezin

Ava mezin, ava mezin 
Ava mezin tê bi xwînê 
Ava mezin, kul û kîn e 
Dilbirîn e kaniya jînê 
Ava mezin, ava mezin

Min dît îro ava mezin sor bi xwîn e 
Min dît îro ava mezin kul û kîn e 
Min dît îro zinar şehîd e 
Min dît îro ehmed şehîd e  

Negrî dêrika rengîn 
Warê heval mihyedîn 
Dudo bûne stêr yek bû menge 

Ava mezin ka bêje min ava mezin
Li pêş te bû şer û cengê ava mezin
Ava mezin kaniya jînê 
Ava te bû sor bi xwîn e  

Mihyedîn, ehmed, zinar 
Rih û can kirine diyar 
Rijandin xwîna zelal 
Sor kirin deşt û newal

Ava mezin pelê pêşiya te herîne 
Bê sekin û bê tebat her dem axîn e 
Ava mezin dilbirîn e 
Serê xwe danî reş û şîn e  

Soz li me xwîn nebe sar 
Heyfê rakin bi hezar car 
Sonda me bi navê şehîd 
Geş bikin agirê botan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î