Koma Dengê Azadî - Çavên Me Sond Xwarin
wêneyê hunermendî:ê 1612 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Dengê Azadî - Çavên Me Sond Xwarin

Çavên me sond xwarin, ranazên
Bi nalîn û ax in, dil bi kul û dilsoz in
Aştîxwaz, azadîperest
Dilxurt in

Li her derê digerin
Bi bîr û perwaz in
Li her derê digerin
Bi bîr û perwaz in

Serbestî armanc e
Bi mêranî xwe dane
Ji zextan natirsin
Xweş diçin zîndanê

Tev karker û cotkar
Bi textîk û rêxist in
Welatparêz in em
Xwe berdan e meydanê

Çavên me sond xwarin... (Dîsgotin)

Hatin e welatê xwe nadin em koledar
Rêncberê millet in ne rêncberê maldar
Bindestî hew bi kêr tê, doza me ye serbestî
Vêristê naxwazin, êdî nabin em deyndar

Çavên me sond xwarin... (Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?