Koma Dengê Azadî - Nizanim
wêneyê hunermendî:ê 960 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Dengê Azadî - Nizanim

Xeyda ji min xeyidîye
Rû sar û pir cemidî ye
Li ser wî ez dikalim
Wekî bilbil dinalim
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez nizanim
Nizanim ez nizanim hevalo

Min go bêje çiye ev
Li ser dibêm roj û şev
Go min çi jê ye heyran
Hun pîroz bin ji bo hev
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez nizanim
Nizanim ez nizanim hevalo

Ew gelek pozbilind e
Gelek delal û rind e
Bi xwedî û xudan e
Navê wî Kurdistan e

Erê dibê dizanim
Dizanim ez dizanim
Dizanim ez dizanim birano

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Hozan Şêxo
Sazkirin: Koma Dengê Azadî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?