A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Koma Dengê Azadî - Roj Roja Me Ye
Gotinên Stranan

Koma Dengê Azadî - Roj Roja Me Ye

Roja me derket li serê çiyan
Tîrêja xwe da erd û zeviyan
Hêsirên çavan çûn em tev keniyan
Rabin dîlanê roj roja me ye

Roj roja me ye gundî û rêncber
Roj roja me ye hemû proleter

Gul û sosin vekir her alî sor kir
Mizginiya xweşiyê ji me?r diyarî kir
Riya şoreşê em zû hişyar kir
Rabin dîlanê roj roja me ye

Armanca me yek e em birayê hev in
Aşitî dixwazin tev hevalbend in
Hevalê rojê dijminê şev in
Rabin dîlanê roj roja me ye

Tirs û lerz neman em ê li wan xin
Li erd û ezman gurmînî daxin
Kesk û sor û zerê li her der bilind kin
Rabin dîlanê roj roja me ye

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?