Koma Dengê Azadî - Şêrînê Nû Gihayê
wêneyê hunermendî:ê 75 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Dengê Azadî - Şêrînê Nû Gihayê

Şêrînê nû gîhayê
Li ser min pir bihayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê

Şêrînê gewr û rind e
Lihevhatî û bilid e
Pêçî ji mûm û find e
Pêçî ji mûm û find e

Şêrînê nû... (Dîsgotin)

Were şêrîn li ba min
Xeman nexwe seba min
Were rûnê li ba min
Were rûnê li ba min

Şêrînê nû... (Dîsgotin)

Helbest: Cegerxwîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?