Koma Duçerxeyê ya Cizîrê - Der Kanîyokê Nefel e
wêneyê hunermendî:ê 363 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Duçerxeyê ya Cizîrê - Der Kanîyokê Nefel e

Der kanîyokê nefel e lê, leylanê ha leylanê
Der kanîyokê nefel e lê, daykê korê nemayê

Nefel e û çarde pel e lê, leylanê ha leylanê
Nefel e û çarde pel e lê, daykê korê nemayê

Mexelê pezê kel e lê, leylanê ha leylanê
Mexelê pezê kel e lê, daykê korê nemayê

Der kanîyokê zebeş e lê, leylanê ho leylanê
Der kanîyokê zebeş e lê, daykê korê nemayê

Zebeş e dendik reş e lê, leylanê ha leylanê
Zebeş e dendik reş e lê, daykê korê nemayê

Mexelê pezê reş e lê, leylanê ha leylanê
Mexelê pezê reş e lê, daykê korê nemayê

Der kanîyokê gundor e lê, leylanê ha leylanê
Der kanîyokê gundor e lê, daykê korê nemayê

Gundor e dendik sor e lê, leylanê ha leylanê
Gundor e dendik sor e lê, daykê korê nemayê

Mexelê pezê kol e lê, leylanê ha leylanê
Mexelê pezê kol e lê, daykê korê nemayê

Deşîfrasyon: R. Xendekî
Çavkanî: qenala youtubeê ya BIODRONIC
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î