wêneyê hunermendî:ê 47 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Kerîm

Botan dişewitî dîsa
Serê dijmina
Heval Kerîm rabû dîsa
Êrîş dikira
Dijmin xayîn bû felekê
Gelî mihbera

Birîna me kûr e dayê
Ji dil û gurçika
Gebar bixemilînin dayê
Ji gul û sosina
Tirba min çêkin dayikê
Li cem egîda
Tirba min çêkin dayikê
Li cem leşkera

Gelî heval û hogira
Qaxezek bînin
Ji derd û xemê giran e
Li ber xwe deynin
Kerem şehîd e felekê
Lê binivsînin

Li Başûr û li Bakur dîlan e
Şahî û mizgîn e
Dayikê tu xemle xedar be
Bes melorîne
Heyf û tola van xweşmêran
Li erdê namîne
Heyf û tola van egîdan
Li erdê namîne
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?