Koma Gulên Xerzan - Oy Felek
wêneyê hunermendî:ê 88 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Oy Felek

Ey felek felek, ey zalim felek
Ka ew Kurdistan, ke bircên belek
Min navê cennet, ji te bi minnet
Serbest û azad, wa çûn cehennem
Her çar kenarê me bû neyar
Berê me li te, qêrîn û hewar
Dengê ma nakî, bo çi deng nakî
Bextê te ew e, ey çerxa alemê
Welatê me ye, xweş e Kurdistan
Zozan û deşt e, hew bax û bistan
Qenc e xerab e, welatê me ye
Bi me pir xweş e, wek baxê îrem
Dermanê me ye xwendin û zanîn
Xortên xwendevan tev bûn Cegerxwîn
Her bijîn, bijîn xortên nûhatî
Her bijî, bijî Kurdistan.. her dem

Oy felek, ji boy çi te ez hiştim ji hevala
Emrê min çarde ye, xuya dike mîna kala
Erê ji derdan û kula ev dilê min her dinale
Oy felek, oy felek, oy felekê yeman

Oy felek, ka mirada min cî nanî
Maldarî ji ba min çû, feqîriyê cem min danî
Wa xiraba teva pişta xwe da min
Ez firotim bi erzanî
Oy felek, oy felek, oy felekê yeman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?