A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Koma Gulên Xerzan - Darê
57 Xwendin
1 Ecibandin
Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Darê

Lê darê darê dara kizwanê
Wade şîn bûye wek Kurdîstanê

Çûme bîn darê av xurme xurme
Di bin berfê da gîya şîn bûye
Zivistan tu car narawestînin
Çiya dibêje ji germa dilê min.

Lê darê darê dara kizwanê
Wade şîn bûye wek Kurdîstanê

Çûme bîn darê dara guzîyê
Dijmin warê me ji me dizîyê
Rabin hevalno bi çekan rabin
Emê bistînin bi darê zorê

Lê darê darê dara kizwanê
Wade şîn bûye wek Kurdîstanê

Lê darê darê dara di gelî da
Dar sitare ye gel hevalan ra
Nahêlin tu car neyar te jê ke
Emê av bidin bi xwîna delal

Lê darê darê dara kizwanê
Wade şîn bûye wek Kurdîstanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?