Koma Gulên Xerzan - Heval Kamûran
wêneyê hunermendî:ê 544 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gulên Xerzan - Heval Kamûran

Sêzde heval bûn
Destê hev girtin
Mil dabûn hevdû
Ji hevre rast bûn
Şêrên ser çiya

Wan marên xwîn mij
Dora wan girtin
Serî ne danîn
Heval berxwedan

Ji bo azadiyê
Wan canê xwe da
Şehîd namirin
Dikevin dilan

Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dilan

Çiya yê Stawrê
Bi darê mazî
Erş û ezman
Li hev kir gazî
Şehîdê kurdan
Şervanê kurdan

Xwe şewitandin
Laşê wan tazî
Ji bo azadî
Bo serfirazî

Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dila

Mezelê şehîdan
Li Nisebînê
Laşê wan anîn
Tev li bi xwînin
Şehîdê kurdan

Bêjin diya min
Ber bilêlînin
Ber çavê dijmin
Kurda helînin

Bêjin bavê min
Sabrê bikşînin
Birê min rabî
Heyfê helînin

Heval Kamûran
Şehîdê kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dila
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?