wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Gundê Nehîa û Abovyanê Ciraberê - Têliya Mamo

Têliya Mamo tê ji nav mala,
Keçika xalo tê ji nav mala.
Mi dotine berx berdane,
Berx berdane devê danga.
Têliya Mamo tê ji bêdera,
Keçika xalo tê ji bêdera.
Çil zêr kuta ser kembera,
Min xulama te esmera.
Têliya Mamo neke toz e,
Keçika xalo neke toz e.
Toz xebera tev hil neke,
Ez ya te me tu ji bîr neke.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?