Koma Hemdem - Evîna Min
wêneyê hunermendî:ê 56 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Hemdem - Evîna Min

Tîrejên rojê, çiya dibire
Ava çem û kanî, zinar dihelîne
Berbanga sibê, xem direvîne
Evîna min, welatê min e

Ji kezebê da birîndarim
Ji dil de ez evîndarim
Bi qêrîn û bi hawarim
Evîna min, welatê min e

Carna dikeve, xewnên şeva
Dimirçiqîne, hêstirên çava
Dibe sitran, di nav dev û lêvan
Evîna min, welatê min e

Ji kezebê da birîndarim
Ji dil de ez evîndarim
Bi qêrîn û bi hawarim
Evîna min, welatê min e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î