Koma Hîvron - Jaro
wêneyê hunermendî:ê 158 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Hîvron - Jaro

Memo Mem yare
Cudî bûhare
Can li ser teneşîrê sare
Bi çundina te her roj mijdare
Gelo çima
Bajar di xewa kûrde xeware
Jaro
Jîyan her dem li me bê sihare

Memo Mem yare
Cudî pahîze
Pahîz zere
Bi çundina te hinar renge
Erd û ezman
Jarê
Emir li me yek care
Mixabin nabe dûbare

Memo Mem yare
Kolan tarî û kevnare
Şevek tarî bi dizî were
Te got can li ser tenaşî rê sare
Rih sare
Can sare
Ez benî rabe sir û seqeme
Îsal ferman li mer zor kîndare.

(Ev berhem ji bo bîranîna Tahir Elçî hatiye çêkirin.)
Helbest: Turkan Elçî
Muzîk: Hîvron
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?