Koma Hîvron - Wê Şevê
wêneyê hunermendî:ê 100 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Hîvron - Wê Şevê

Wê şevê, wê şeva wek helbestan
Wenda bibûm li nav pêlên deryayên çavên te de
Tu bûyî bêhna kulîlkên bihara buhişta emrê min
Rengê keskesorê asîmanên dilê min

Wê şevê, wê şeva wek helbestan

Bêhna berfê dihat ji porên te
Tama biharê bû her peyvên te
Germa havînê bû li ser lêvên te

Wê şevê, wê şeva wek helbestan

Ew pelên weşiyayî li nav payîza guliyên te
Her çar demsalan veşartok dilîstin li ser zimanê te

Wê şevê, wê şeva wek helbestan

Diricifî dilê min li ber çavên te
Li ber bi şirîniyên herdu çavên te
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?