Koma Mezrabotan - Min Biqelînin Bi Agirê Bizot
wêneyê hunermendî:ê 152 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Mezrabotan - Min Biqelînin Bi Agirê Bizot

Hîn agirê helepçê sar nebû
Neyar dixwazin her derê Kurdistanê
Bikin wek Şirnexê
Agir pêxin bişewitînin

Lê şervanên rojên sor
Şer dikin dor bi dor
Hûn bawer bikin bi kedkaran
Wê avabibe rojên sor

Gelê Kurd bibin gel bra bin
Daxwaziya wan ewe ku serbixwe bin
Dîroka reş bi fede
Wek dîlanê li cem hevdû bijîn
Dîroka reş biqede
Wek bra li cem hevdû bijîn

Min biqelînin bi agirê bizot
Û min belavkin li ser axa welat
Ez şehîdê şoreşê me namirim

Hevalê pêşmerge serê çiya me
Rêberê partîzana
Xof û tirsa neyara me
Ez namirim namirim

Heta negihêje hev dû çar parçe
Êrîşkin xebatkar û karkeran
Ji bo xelasbûna gelê bindest

Min biqelînin bi agirê bizot
Û min belavkin li ser axa welat
Ez şehîdê şoreşê me namirim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î