Koma Rewşen - Cane Di Berukê De
wêneyê hunermendî:ê 316 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Rewşen - Cane Di Berukê De

Çi kela cehennemê bu
Hêlma pîştê min qelandî
Canê min di beruka min de
Her rojên ji felekê çeqandî

Ciwantîyek li nav agiran
Di lepên torikên nîv diran
Ciwanên gerdunê rabin
Em xapandin mêtingeran

Nemeyzênin hûn dinyayê
Bi berçavên reş û tarî
Zaroyên xweşik û sar
Veşartine li paşiya xanî
Perpirsyarî wê çawa be
Carek çêbû cardin nabe
Di dadgeha mirovatîyê
Cilên qirêj wê xuya be

Werin xortno em peykerekê çêkin ji herîyê
Axa wê ji evînê, ava wê ji azadîyê
Deynin li navenda paytexta mirovatîyê
Bila bibe hêvîyta qirnê dawîyê
Êdî bes

*Serastkirin: R.X.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?