Koma Wetan - Hesen Bira
wêneyê hunermendî:ê 227 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Wetan - Hesen Bira

hey lo biraaa
dijmina dora konê hesenê birayê me girtine
ax lê bira heseno lawo
hesen bira rabe, şiyarbûm li te tê
em tû carêkî te nabînim
mêrxaso hesen

hey lo biraa,
şûrê destê te sincirî
dev û bêvilê te jî tije xwîn e
nora nora borê te ye
hey lo bira bira bira
nora nora borê te ye
hey lo heseno lawo

mizgîna porê xwe maşa ye
qebza şûrê te helîyaye
nora nora borê te ye...

lo lo lo heseno bira... heseno lawo..

hey lo heseno lawo
mizgîna porê xwe berdaye
ketiye birîndar e bira
ketiye ser erdê sar e
hey lo bira bira bira
ketiye ser erdê sar e
hey lo heseno lawo
lo rabe bira
şev bê te nabe bîrayo rabe
ketiye ser erdê sar e

lo lo lo heseno bira... heseno lawo..
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?