Koma Wetan - Venagere
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Wetan - Venagere

sal hatin buhurîn
hatin mîna gava
ser emrê me hêwirîn
wede li me ne kir lava
cehaltî li me barkir
derî dade rêvî
ahilî li me karkir
nikarî bir birevî

xwezil ez dîsa zar bûma
ber dilê dayka xwe bûma
berbangê dîsa hişyar bûma
mêrg çîmana da ba bûma
xwezil deqekî cahil bûma
çiya û banîyada xwar bûma
mihîna belek siyar bûma
paşê dîsa kal bûma

ez îdî nikarim
mîna salê berê
bikevme govendê
nav şayê cumetê
hey lê min, hey dilo
dilo kale- mêro
tu bîr nakî çîlê
birîna dilê kalê

(Dîsgotin)

venagere venagere dewr û zeman
venagere venagere
venagere dewr û zeman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?