Koma Zelal - Dil Şewitî
wêneyê hunermendî:ê 80 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Zelal - Dil Şewitî

Me newêrî ku em gav xin
Her derek girtiye maran
Me dixwest dostan silav kin
Tu dost neman li tu deran

Şev tarî roniya nebû
Roniya me hêviya me bû
Ne dengek ne rêçek hebû
Li me barî berf û baran

Min got dayê: ev çi hal e
Jiyana me çiqas tal e
Erd cemidî hewayî sar e
Em dîsa man li bin daran

Dijminên me gellek pûşt in
Ne xort ne jî zarok hiştin
Ku kî bi dest ket ew kuştin
Dil şewitî hezar caran

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?