wêneyê hunermendî:ê 100 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Zerdeştê Kal - Dayîk

Dayîka xwe ez dûr ketim,
welatê xwe xerîb ketim
Şev û rojê'm tev tarî ne,
dinya li min derewîn e

Ez bimrim, ez bimrim,
dayîka min, ez bimrim
Ez xerîb im bê te dayê,
dilbirîn im ji bo te dayê

Ez dûr ketim ji bêhna te,
hêsir ketin ji wan çavên te
Dûrbûna te ez helandim,
êdî dayîka'm ez nikarim

Dûrbûna te ez dîn kirim,
hesreta te ez Mecnûn kirim
Xerîbiya ez kor kirim,
li dinyayê zîndan kirim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?