Komîna Fîlm a Rojava - Lêde û Lêde (Efrîn Tola Salan)
wêneyê hunermendî:ê 345 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Komîna Fîlm a Rojava - Lêde û Lêde (Efrîn Tola Salan)

Ha şerr hatî li ber deriyan e
Ha li ser seran û ser çavan e
Ka rê bidine vî siwarî
Ka kî berx e û kî beran e
Ka rê bidine vê edûlê
Û binêrin li keziyê zeriyan e
Ew derwêşê vî gelî
Û ev ceng, cenga gelan e

Herre lêde û lêde û lêde....
Lêde kîna ji navê lêde

Efrîna min...
Garana dêwa dîsa hat li ber deriyê te
Gelse mêran çavê xwe berdane zevî û guhorên te
De rabe! De rabe!

Ha şerr hatî li ber deriyan e
Ha li ser seran û ser çavan e
Ka rê bidine vî siwarî
Ka kî berx e û kî beran e
Ka rê bidine vê edûlê
Û binêrin li keziyê zeriyan e
Ew derwêşê vî gelî
Û ev ceng, cenga gelan e

Herre lêde û lêde û lêde....
Lêde kîna ji navê lêde

Berxwedana serdemê
Eynê gur bûye volkan e
Li ser şopa Arîna ne
Îmana me berxwedan e
Li Şengal'ê nihêra hedban e
Li Kobanê rim li ban e

Herre lêde û lêde û lêde....
Lêde kîna ji navê lêde

Destana şerran govend e
Desmala ser kêş ezman e
Derba kînê fût naçê
Xwînê me ji dola Osman e
Gurzê me ji Tola Salan e
Sebra me sebra Seman e

Lêde û lêde û lêde....
Lêde kîna ji navê lêde

Muzîk: Mehmûd Berazî
Gotin: Şêro Hindê, Îbrahîm Feqe, Jînda Mensûr, Xalid Dêrik, Erdelan Amûdê, Hacî Mûsa
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î