Komîna Fîlm a Rojava - Nivişta Girêla
wêneyê hunermendî:ê 393 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Komîna Fîlm a Rojava - Nivişta Girêla

Nav çiya û zinaran
Pey dilê kovî Mame
Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan

Deşta dûr pir dûr e
Li rojava destara derdan e
Hêviya min dîtinek bû

Ji vê refê neqetiyam
Tevlî wê firiyam
wek koçeran geriyam
bin baranê de
Henasê min bi vedeng e
Gava min bê deng e
Mêwa giyanê min lal e

Siwar hatin ji zozanan
Girtin serkêşiya dîlanan
Desmala rengîn destana
Mijêêê baranê
Dotmaman xwe Hilba kirin
Pispaman çog nîvçog kirin
Desmal dane destê xalana
Pûkê û leylanê

Rê kor e û pir sar e
Heyv li jor mat maye
Stêrk ji çavan rijyan
Lê ez mam
Hespê boz dijene
Ber bi jora jor ve
Nav ewrên giyanan de dinhêre

Destê min ji te nabe
Lê pir, pir dereng e
Ji te re malekê ji kevrokan ava dikim
Deriyê wê şilêr be
Banê wê morîk be
Çira wê pêjna te

(Dîsgotin)

Gotin: Şêro Hindê
Mûzik: Mehmûd Berazî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?