Komîna Fîlm a Rojava - Tîna Çiya
wêneyê hunermendî:ê 341 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Komîna Fîlm a Rojava - Tîna Çiya

Pêjna tîna dila
Di çavê te da
Keniyam û giriyam

Xweziya û dîsa xweziya
Kilê çavêmin bila
Barûda guleya çeka te ba

Awirê çava te bi bidizya
Bila sîreg û nîşana te biya

Hingê bajo ser sengera
Kerba mino
Ser û binke gês û torana de here

Tîr ji kevana derketin
Ji kalana şûra xatir xwestin

Rim di destê siwaran de nahedirin
Ser rim ji kerba sînga diqemin

Xweşmêran fincana xwînê vexwarin
Dest danîne li ser simbêla û sûnd xwarin

Bîşenga xeml û xêza şemirandin
Nêv û pişt bi rext û çekan de hiştin

De weylo lo weylo
Bila ji xêra xwedêra
Ezê li rastî koremarê bê bext bihatama
De minê rihê melûlî hilgirta
Li beroja dilê kuh danîba
Şûrekî ji pola mertalî ji kînê ji xezeba navê
Minê bitevizanda xwîniyê cra
Xemrevîna swarê xwe me wey lo

Ji her derê li me kom bûne diz û muxlacî
Dest davêjin cotê keziya qumriyê sê gulîne wey lê lê wey lê
Ezê hingê qîrbikim ezîzê ber dilê bav û diya
Delalê serê her malê
Şenge siwarê mala bavê min hêsîrê xwedê
Wezê bê kes û bê pişt çibkim siwaro
Xwedî xîret û xumal ji we pêve kes nemane

Şer sincirî li eniya.
Li gund û bajar her ciya
Xwîn li birîna dikeliya

Birînên camêra nediêşiyan
Birînên ji kîna sala dikewiyan

Kelas ke tuxmê dêle gurê
Bavêj teniştê lê bişkîne sîng û piştê

Beranê çar gurçik xwe dadanê dadan
Ha li kabê ha li navê

Sitî darijiyanê rik girtine li hindavê
Lewendî ji pêt û êtûnê

Vemalî tuxmê Silo Şah
Text û beyreq fîtkin ji bin
Korkin tovê wan ji gerdûnê

Fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, erşê romê

Fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, textê romê

Gotin: Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê
Mûzik: Mehmûd Berazî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?