Lavîn & Seyda Perînçek - Keça Arî
wêneyê hunermendî:ê 1560 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Lavîn & Seyda Perînçek - Keça Arî

Ez keçika çiyayî me
Bi sed mêrê beyarî me

Xwe nadim bizin û qelen
Ji bo welatî yarî me
Giranbuha ye canê min
Bo niştiman cangorî me

Ez keçika keleşî me
Xwîna vîna netewî me
Hûn jî werin xortên delal
Bi azadiyê ez bawerî me

Vira hiştî şûr û mertal
Ji bo cengê siwarî me

Ez im keça med û arî
Qebûl nakim jîna tarî
Tîna xwe ji rojê digrim
Ez ê gur bikim vî yalî

Bê rawestan û bê westan
Ez ê hildim her vî barî

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?