Loka Zahir - Spêde Jivan
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Loka Zahir - Spêde Jivan

Hatim da te bibînim
Du çavên te bixwînim
Dil bikevin semayê
Bîrhatinan vejînim

Serê spêdê beyanê
Hûr hûr lêkir baranê
Li ser soza me dabû
Hatim cihê jivanê

Hûr barane dengê te
Kesk û sûre rengê te
Birosya eşqê veda
Keftim davên cengê te

Birosyan kir ronahî
Hêdî hêdî bû sahî
Geham mêrga evînê
Bûye seyran û şahî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î