Marûf Alan - Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Marûf Alan - Kurdistan

Di nav baxê dile min de
Tim tu yî tu

Di ronahiya çavê min de
Hebûn tim tu yî

Bedewiya erdnîgariya min
Tu yî

Her çar riknê Kurdistana min
Tim tu yî tu

Bizrê mirovahiyê şînbû li nav axa te
Bi hezar salan warê jiyanê ye dilê te
Ji bo azadiyê diqîrin deşt û newalên te
Jiyaneke nû em ê vejînin ji bo zarokên te

Çiqas bêjim têrê nake ji bo dîtina te
Çi binivîsim tijî nake vê dîroka te
Xwîna şêr û şehîdan e rengê rûyê te
Çiya tev ketine dorê tên hembêza te

Bizrên mirovahiyê şîn bu li nav axa te
Bi hezar salan warê jiyanê ye dilê te
Ji bo azadiyê diqîrin deşt û newalên te
Jiyanek nû em ê vejînin ji bo zarokên te

Gotin û muzîk: Marûf ALAN



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?