Marûf Alan - Xecokê
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Marûf Alan - Xecokê

Bîn dide xecoka biharê
Dibişkive adar û nîsanê
Direve ji ber meha gulanê
Dem diçe xecê tu nizanî

De were xecoka biharê
Tu nayê lê xecê tu zanî
Bihar çû ji her çar wextê salê
Xemgîn im nakenim wek carê

Pel weşiyane ji guliyê darê
Nabînim xecoka biharê
De were xecoka biharê
Tu nayê lê xecê tu zanî

Ji awirên ewrê reş û tarî
Dilopên baranê dibarîn
Dûr bibe ji jiyana dilsarî
De were xecê lê tu zanî

De were xecoka biharê
Tu nayê lê xecê tu zanî

Gotin û muzîk: Marûf ALAN



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?