Marûf Alan - Xweşewîst
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Marûf Alan - Xweşewîst

Weke mijê bê cih û war î
Ji bayê kur bêhtir xedar î
Awir ji xencera ko ye
Ne dikujî ne sax dikî

Dil ji min bir xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê
Dil ji min bir xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê

Dil ji min bir xweşewîstê
Wek fincana li dest hakima
Ne hiltînim ne datînim
Bijank şûrên ser zêrîn in

Min dikuje xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê
Dil ji min bir xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê

Dil ji min bir xweşewîstê
Biryên zirav şûşal dibin
Kal û xort li hev kom dibin
Bilbil ji ber lal û gêj in

Min dikuje xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê
Dil ji min bir xweşewîstê
Xweşewîstê xweşewîstê
Dil ji min bir xweşewîstê

Gotin û muzîk: Marûf ALAN



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?