Mecîdê Fariz - Ewrê Reş Baran e
wêneyê hunermendî:ê 24 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Fariz - Ewrê Reş Baran e

Lê dînê ewrê reş baran e, ewrê spî zivistan e,
Payîz e koçera beranê xwe berdane.
De vê sibê xelqê dimire derdê halê malê dinyalika gewrik,
Ez evdalê Xwedê dimrim derdê te û qotik qoltazê vê kitanê.
Lê lê dîne, divê sing û berê kewa gozel sor e,
De nana hingivê rûnê tev helandî,
Merivê sibê zûra xwe ra bide ser nanê genimî,
Lê lê de lê lê lê ce wey ce lê lê dînê.
Lê lê dînê vê sibê me derketiye stêrka xul e,
Lê lê kawê me derketiye stêrka xul e,
De minê bala xwe didayê kawa kubar,
Li hetanî êvarê ser qaşa gustîlka xwe da mijûl e,
Lê lê lê lê lê way.
Lê lê dînê vê sibê tava hîvê li me ron da,
Lê lê kawê lê tava hîvê li me ron da,
Minê kewa gozel dîtiye ber siya kon da,
De vê sibê kawa kubar lo çika mi ra ref da,
Lê lê lê de lê lê wax.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?