Mecîdê Fariz - Şevavê
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Fariz - Şevavê

Şevavê hê Şevavê hê Şevavê,
Malê wê malê me danîne li va dika,
Ser me ra têye, lê dengê beta, qîrînîyê wan qulinga,
De wezê çûme diziya cotê zer memika,
Birîndar im, birîndar im, birîndar im, birîndar,
Birîndarê te wê bejnê me.
Şevavê hê Şevavê, hê Şevavê,
Wezê qarê dinê naynime ser xwe,
De tu rabe kawe kubar kofiyê girêde eynê bide ber xwe.
Heta wezî we sax im, rohelata dinê da,
Lê tu cara navê zewacê naynime ser xwe,
Birîndar im, birîndar im, birîndar im, birîndar,
Birîndarê te wê bejnê me.
Şevavê hê Şevavê hê Şevavê,
De malê me danîne warê me yî jorîn e,
Li fêzê da belekî ne, li binyê da şax kanî ne,
Ya hatiye serê mi evdalê Xwedê,
E divêm belkî ney serê kalê Cemîl e,
Birîndar im, birîndar im, birîndar im.
Şevavê hê Şevavê, hê Şevavê,
De malê me danîne warê me yî rêzê,
Gerî bergede lawikê mi giran e, wa xwe dane fêzê,
De xêra mala Xwedê ra tu bûka mala bavê mi bûyayî,
Ê lê şevek şevê payîzê,
Ez ê razama va ji hembêzê,
Birîndar im, birîndar im, birîndar im.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?