Mecîdê Fariz & Seydayê Rizo - Bişarê Çeto
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Fariz & Seydayê Rizo - Bişarê Çeto

De hayê ê ê Sîsilê go Melesê dayê bi dayîkê,
Keziya min û te va tevda li hev aliyayê qetrana Diyarbekir li taca heletê,
De riyê min û te va tev pêçayê,
De rabe derkeve diyarê Qesra Başimê, Qesra Hesinê Ozmên tu mêze ke,
Canbêzarê Deşta Mûşê ra, qaymeqamê Zoqê, Mişê El medînê.
De her du kûçikê ber xiraba, Eliyê Ûnis qewmê çiyê va, eskerê navî çiya va
Kezeb şewitî dersinêka va, Bişarê Çeto kekê Cemila va,
Sîstemê Evalî xorza va, Îbrahim Hacî Evdila va, çar peyayê mala kafir Rema
va gelî birano ax,
De wê îşev di êvar da dewet dewet daim ser melê ra.
De Sîsilê go Tahirê Emo de lêxe, Silokî Hemzo de lêxe, Hesenê Şêxo de lêxe,
Mehmedê Emo de lêxe, de navê revê navekî giran e
De nava êlan eşîra ser mala bavê min nexe.
Vê sibê Bişar Emê Gozê sê denga kire gazî,
Go Bişaro lawo ezê nayême rayê eskerê dewletê ra,
Wezê nayême rayê koçerê serê çiyê ra.
De minê sond xwariye qesema Xwedê ye,
De minê koz kolaye erdê ye, kulekeke berdaye axê ye,
De lingê xwe avêtiye qeyda hespê ye,
De bawer dikî bawer bike, baweriya te bi Xwedê tune be, minê kilîtê qeydê,
De şandiye Basindê cem Hesenê wa bi sura wa rizdê ye ax.
De go bira wiha bi hev ra, de her çar peyayê mala bavê mi hev ra,
De minê tabîkê çêkir du par kevira, sê par şela,
De bira sibê der û cînar pismamê mi bêjin Emê Gozê ax,
De bavê min kiribe barî kela va sed car maşela.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?