Mecîdê Fariz - Xelîl Bego
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Fariz - Xelîl Bego

Xelîl bego, Xelîl bego, Xelîl bego,
Xelîl bego Sibhan Golê wê wê bi dar e,
Xelîl begê mi koma heval hogira tê da wa hate xwar e,
De tu were li gura Xelo meke, derê mala bavê mi peya be,
De tu cotê zer memikê mi xurîn ke lo lo lo lo lo, paşê here.
Xelîl bego Sibhan Golê wê bi dar e,
Xelîl begê mi koma heval hogira tê da wa wa hate xwar e,
De tu were li gura Xelo meke, derê mala bavê mi peya be,
De tu derê kozê veke, jê derdikeve şeşsed pez e, çarsed karê lo kirê çal e ax.
Xelîl bego Sibhan Golê berî pez e,
De tu rabe dizgîna malekî lo berî ser de,
De tu were kuro Xelo meke, derê mala bavê min peya be,
De tu binê ronîk nal e, we lo yek nalbend e,
Xelîl bego Sibhan Golê rê da ha bi rê da,
Xelîl begê mi kolos xwar kir ser topa rimê ye,
Wextê Mehmûd paşa tu digirtî,
Ez ê nişkê va bibûyama taseke ava sar biketama lo kêlekê da.
Xelîl bego wezê viyalî tu bi viyalî,
De tu werê mi bixwaze ji dê û bavê mi helalî,
Ez ê Xelîl begê xwe ra bibime we lo lo li bermalî.
Xelîl bego wezê çi bêjim çi nevêjim,
Ezê seva Mehmûd paşa ser birca kelê, we lo, xwe bavêjim, we lo xwe bavêjim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?