Mecîdê Xalit - Lê Dayê
wêneyê hunermendî:ê 46 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Lê Dayê

Ê de dayê mi go, wezê Bişêriya şewitî dinêrim,
Kula dilê mi ra lo sira sar tê.
Ê de dayê mi go, li vê sibê çawa dora bavê Hesen dengê topane cebilxana,
Kula dilê mi ra lo çarnikal tê.
Ê de dayê mi go, wezê Bişêriya şewitî dinêrim,
Kula dilê mi ra lo bi sar e,
Ê de dayê, çawa li vê sibê koma dijmina dora bavê mi dêrana xwedê girtiye lo
çar nikal e.
Ê de dayê mi go, vê sibê de çawa gulekî berî bedena bavê mi dêrana Xwedê dane,
Ji birîna bavê mi dêrana Xwedê têye lo xwîna sar e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?