Mecîdê Xalit - Memê û Eyşê
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Memê û Eyşê

De lo o o o de lo lo lo lo dayîka Memê gura çiya be,
De lo o o, dibê wê îsal heft salê Memê ye,
Memê çûye welatê xerîbiyê ye,
Eyşê kaxizekî wê dinivîse dişîne pey Memê,
Divê wê bira nesekine lêxe bê.
De lo kaxizê dişîne digîje Memê ye, Memê têye yalê malê,
Qewaza rê nade Memê ye divê heta neyê ez na Eyşê xanimê,
Eyşê derdikeve derê li malê ye,
Divê çima betanê çevê we rijiyabûn,
Weyê xerîbê mi nas nekir.
De lo o o o dayîka Memê lê gura çiya be.
Memê divê wê Eyşê xanimê ye, were em herine dîtina Werda dê ye,
Eyşê divê wê Memê wez bi qurban, sibê silametî wer lê,
Mizgîniyeke xêrê bidine Werda dê ye.
Sibê Werda dê radibe ji xewê ye,
Dinêre destê morî mircan daye ber serî xortî bi xelqê ye,
Divê bira Xwedê wê bibire wîtibara wî bi jinê heye,
Eyşê digo wezê tu carî pey Memê ra destê morî mircan nadime ber serê xortê
bi xelqê ye,
De lo o o o o dayîka Memê lo gura çiya be.
De lo o o o o mi go, wez ê hildime tivingê, dengê bûka min ê belav be li dinê,
Mi go wez ê hildim kevirê sîrkutê ye bira Xwedê bibire qeweta bi jinê ye,
De wez ê soraniyê bikişînime li qavê ye daynime ser kevçika vî xortê bi xelqê ye,
De bira soranî çar tilîkî bavê erdê, qîrînî têkeve Eyşê ye, nalînî têkeve Memê ye,
De bira wê ji ezabê kalinya vî bexê ye,
De lo o o o, dayîka Memê lê gura çiya be.
De lo ho o ho o, Memê lawo ha li minê diyar nekir,
Sibê betanî çevê wî dayîka te rijiyabûn,
De wê çawa xerîbê xwe nas nekir,
Wezê libê vê sibê wê devê wê diranê Memê xwe binêrim,
Na wele mînanî wî çirê şekir,
De lo o ho o ho o dayîka Memê gura çiya be.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?