Mecîdê Xalit - Wey Lo Mîro
wêneyê hunermendî:ê 33 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mecîdê Xalit - Wey Lo Mîro

Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro,
Wey lo mîro divê Ormiyane, lê lê lê lê xweş Ormiyan e,
Dîwana mîrê mi da lê gul dibare,
Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro lo, wey lo mîro.
Wey lo Mîro divê kaxizekê hatiye dîwana mîrê mi jî nizam çima,
Milê mîre mi girtine berê wî dane Erziroma kavilê wa girtiyan e,
Mîr gote xanimê, go xanimê, yane boş e vegere ser tevdîra malê be,
Nehêle, Tarxan digirî dilê cegerê mi pola ne hatine xwarê,
Wey lo mîro, wey lo mîro, wey lo mîro lo, wey lo mîro.
Wey lo mîro mi go wezê çûme yalê malê maleke we xike we xalî,
Wezê çûme yalê dîwanê dîwanekê lê şîne bi we girî,
Cotê xanimê tê da lê hustûxwar mane, lê xanima lê gul dibare,
Wey lo mîro lo, wey lo mîro.
Wey lo mîro mi go wez ê zêrê serê xwe hildim herime lo cem wî bînbaşî,
Wez ê jê ra daynim lê lê, rişwa bertîl,
Belkî milê mîrê mi digire ji banê kelê lê tîne xwarê, bûy xatirê li mi xanimê,
Wey lo mîro lo, wey lo mîro, wey lo mîro lo wey lo mîro.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?