Mehmedê Mûsa - Gundo
wêneyê hunermendî:ê 20 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Gundo

Ha wî, ha wî, wîha wî, gundo wî,
Naçime Mêrkoxê hate nava mala Silê Qeysê,
Refî çawiş kewê nîşanê ne digerî ne dipirsî,
Wekî berê Refî çawiş kewê nîşanê girtin dane hebsa Wanê, nava hebsiyayê,
Li dû xwe ra li ser milê rastê dengekî cotê zeriya kire gazî,
Digo hûn ê serê navê bavê xwe bikin,
Dû mi ra qet neyara …..hemû kesî,
Ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî.
Ha wî, ha wî, naçime Mêrkoxê wê li yan e,
Raxî ketîye hebisê li ser Refî çawîş dike wê nîşane,
Derketiye wiyalî li xawanê nava efendiyan e,
Lê gava berê Refî çawiş kewê nîşanê girtin dane hebsa wanê, nava hepsiyayê,
Gaysê Refî çawîş maye mala Qerodelo mala keya geveze devbelan e,
Wî ha wî, ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî.
Wî ha wî, naçime Mêrkoxê wê di xwar da ye,
Raxî ketîye hebisê li ser refî çawîş girtîye wê nîşane,
Derketiye walî li xawanê ji êvar da,
Wekî berê kekê Hesen Hiseyn Refî çawiş kewê nîşanê, girtin dane hebsa
Wanê nava hepsiyayê,
Cotê zeriya bê xweyî mane di mal da,
Ha wî, ha wî, ha wî, ha wî, ha wî gundo wî wî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?