Mehmedê Mûsa - Lê Meyrê
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Lê Meyrê

Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê,
E dêra spî xweş êwan e, dêra spî xweş êwan e,
Îsal heft salê min e wezê bi feqîrî bi fiqarî tê da mame,
Minê go qeynterço, geynterço, bextê te Xwedê me,
Were bikişîne binê gunê mi Meyrema mi çi ye mesrîka kê giran e, yar yar yar
Meyremê,
Dê tirkê bav ecemê, qutîka bi deremê, şemamoka bi qelemê,
Wezê sêfîl im, kesîb im, ezê rojê payîzê bi reheyrê.
Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê,
Ji dêrê heyanî dêrê, ji dêrê heyanî dêrê,
Li şewq û şemala Meyrema mi salê daye çemek,
Çemê Memelixe, zozane zozanê xêr e,
Wezê sing û berê Meyrema xwe dibêjim xurme,
Xurmê vê Bexdayê, hêjîrek hêjîrê vê Şengalê,
Sêvek sêvê Artemetê, tirî tiriyê bi Sindirê,
Qawinek qawinê Diyarbekirê,
Xortî nezan ra xwe ra bike çerezê şevbihêrê,
Yar yar yar yar yar Meyremê, yar Meyremê,
Dê tirkê bav ecemê,qutîka bi deremê, şemamoka bi qelemê,
Wezê sêfîl im, kesîb im, ezê rojê payîzê bireheyrê.
Ê lê Meyrê keçikê kurmalê, kurmala bavê,
Minê vê sibê navê te bîr kiriye, ji te ra dibêm werdekê, werdekê,
Li te serkeskê perhêşînê, çevbelekê,
Te daniye ser kevirê taşê taş bînekê,
Ber te ketiye şevaqa vê şeveqê, pişta te ketiye mala vê felekê,
Li te mala bavê xwe şer daniye ocaxa mi evdalê Xwedê, guhargîn e bi carekê,
Yar yar yar yar yar Meyremê,
Dê tirkê bav ecemê, qutika bi deremê, şemamoka bi qelemê,
Wezê sefîl im, kesîb im, ez ê rojê payî zêbireheyrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?