Mehmedê Mûsa - Mistefa Xalo
wêneyê hunermendî:ê 10 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Mistefa Xalo

Mistefa xalo, wa Cilisiyê xopan wê li dêrî,
Hetanî roja îro te negotiye,
Emo xwarziya tu pişmêra xweş pişmêr î,
Lê gazî Xwedê xwe ke destê xwarziya te negre tetikê tivingê, memikê mawîzerê,
Ez ê bikim Eyşana xwîşka te bêje miletekî herî qêrî,
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî,
Serê meydanê tayê tenê.
Mistefa digo Emo xwarziya, xebera te ye, wa Cilisiyê xopan wê li dêrî,
Hetanî roja îro mi negotiye,
Emo xwarziya tu pêşmêra xweş pêşmêr î,
Şehed û şihadê xalê te li dinyayê gelek hene,
Serê newala Cixênê tek û tenê berdaye bîst pênc mêrî,
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî,
Serê meydanê tayê tenê.
Emo divê Mistefa xalo, mica Cilisî xopanî berî pirê,
Tivinga destê xalê mi kuçikçap e,
Emo xwarziya qundax girêgirê, li gazî Xwedê xwe ke,
Destê xwarziyê te negre tetikê tivingê memikê mawîzerê,
Ez ê bikim xalêm qeleçê dax bike girê,
Hela berdê xalê mi birevî, hela berdê komam birevî,
Serê meydanê tayê tenê.
Mistefa dibê Emo xwarziya, wa Cilisê xopan wê li kir e,
Ewana gîzma reş e, çîm û lingê xwe da,
Bal qîzê bûka bikî xirexir e,
Li gazî Xwedê xwe ke, destê xalê te negre tetikê tivingê memikê mawîzerê,
Ez ê bikim Eyşana xwîşka mi hewata dinê bigere ha bê kur e,
Hela berdê xalê min birevî, hela berdê komam birevî,
Serê meydanê tayê tenê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?