Mehmedê Mûsa - Têlî Baro
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Têlî Baro

Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were çi ecêba li ser ecêbê,
Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê,
Were kirine vê nakişe berî lêvê.
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were, kekê mi siyarê bozê dîn e,
Kekê bavê Miheme kekê di spî ne,
Vê sibê bere koma neyara daye,
Dor qereçê dibe tîne.
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were çi ecêba li ser ecêbê,
Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê,
Were kirine vê nakişe berî lêvê.
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were, kekê mi siyarê vê qemerê,
Kekê bavê Mihemed kekê Cewahir î,
Şer xweş kiriye li Aralixê li Erdeşenê,
Xwedê mêr dizane, şerê kekê mi çêtir e,
Şerê hesabê wê dewra berê.
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were çi ecêba li ser ecêbê,
Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê,
Were kirine vê nakişe berî lêvê..
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Miheme digo Baro bavo, ev çi toleke ji wir da têye,
Baro digo Miheme lawo, tu şaşiya nekişîne ji bû kê ye,
Wez ê bikim em kafira yeko yeko xwe bavêje poşda devê rê ye.
Were wê wê wê wê keko wê wê,
Were çi ecêba li ser ecêbê,
Simbêla Têlî Baro bavê mi rebena Xwedê,
Were kirine vê nakişe berî lêvê…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?