Mehmedê Mûsa - Wey Lo Lo
wêneyê hunermendî:ê 50 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Mûsa - Wey Lo Lo

Weylo, weylo, weylo,weylo, weylo, ezîzo Mîrzo, çelengo Mîrzo,
Lê belê bira mi nizanibû dinya hawa ye,
Lê belê dinya Siltan Silêman, pêxemberê axira zemanê re nemaye,
Li Koçelyê derbeka dane bavê Ahmedê Tale, beranê kel î qemer,
Bala xwe didimê bê xem e, bê feyde ye,
Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo.
Weylo, weylo, weylo,weylo, weylo,
Hevsê digo li Dabirê rebenê, li konê bavê Ahmedê Tale mezin e, gir e ji girê vê beriyê,
Lê belê rabe wem ê pişta kona bidine çiyayê Xerza, li berê kona bidine deşta Xezaliyê,
Lê belê bira Hecî Mihemedê Mistê neçe li koçerê cem pîreka xwe rûnenê,
pesn û mesiyetê xwe venede,
Lê belê minê derbeke daye bavê Ahmedê Tale, beranê kel î qemer,
Lê belê wezê silsila Mala Weloka bitewînim ji dinyayê,
Lê weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo.
Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, wetlo, weylo,
Lê Hevsê digo Dabirê rebenê, vê sibê ji dilê min û te ra Pîroka xweş Pîroka,
Li Xwedê va eyan e gule têne bavê Ahmedê Tale beranê kel î qemer,
Lê belê vê sibê tevî taviyan û teyroka,
Lê belê şehidê şuhedê bavê Ahmedê Tale beranê kel î qemer gele li meydanê,
Vê sibê li Newala Xelîlo bira şer xweş kiriye li ser çoka,
Weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo, weylo.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?