Mehmedê Ûsiv - Qemerê
wêneyê hunermendî:ê 8 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmedê Ûsiv - Qemerê

Lê lê qemerê canê, wezê berda qemera xwe divêjim dara sincê,
Wê şîn dike qisûrawa kawê de sarincê,
Kotîkê mêrê te were ji wê da û
Wezê heft kedara darçîna, zencefîla tevlî hev kim,
Heft jera bişînim seva dermana vê qolincê,
Lê lê û lê lê lê lê lê lê lê û lê lê qemerê canê.
Qemerê canê, kaniya gundê me li derî,
Sêsed sal e canê kaniya gundê me li derî,
Li nikerê kula sibê têkeve mala melê keda,
Kula êvarê tê da mîna çûçîka vê biharê bizivire,
Di gêj e nizane kîjane pîs e kîjane pak e,
Seva deqîl jî bela ye malavan(?) hev digire,
Lê lê û lê lê lê lê lê lê lê û lê lê qemerê canê.
Qemerê canê, kaniya gundê me li derî,
Sêsed sal e canê kaniya gundê me li derî,
Sêsed xane bereke derê kuzika girêdayî kijkilkirî nacemidî,
Tenişta malê sekiniye qemera minê, sebiyê kondolê qazaberî,
Wezê duakî bikim Rebê alemê wî lawî cahîl e,
Bira koma dorê temam bêje amîn,
Ne bira Xwedê dest alîkî bavê orta te vî mêrî,
De têke nefs qismetê vî camêrî,
Lê lê û lê lê lê lê lê lê û lê lê lê qemerê canê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î