Mehmet Akbaş - Şadî
wêneyê hunermendî:ê 84 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Akbaş - Şadî

Tu çûyî dilê min xem û derd e
Payiza dilê min bêdeng û sar e
Dil ku digotin min re heval e
Xwezî te bidîta çi anî serê min

Ey bi şeva roniya Zîna min
Bê te Mem im, bêhal im
Ey tu reng î, hêviya jana min
Bê te hêsîrê kemîn im

Kaniya eşqa min bê te serab e
Xaniyê eşqa min bê te xerab e
Şadiya bê te tahmsar e
Wekî siya ser avê ye

Ba te bi ziman im Feqiyê Teyran im
Bê te şikestî taca xurir im
Ba te bi kani me kaniya min ronî ye
Bê te mala min xir û xalî ye

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?