Mehmet Atli - Fedî
wêneyê hunermendî:ê 238 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Fedî

Welatê min bû
Gul û sosin
Kurdistanê lo weylo
Çiya bilindin
Binda deşt in serda zozan in
Lo weylo lê weylê lo weylo
Bişewite mala neyar û dijminan
Parpar kirin erdê kurdan
Nîvî dan dest ereban
Nîvî dan dest romîyan
Nîvî dan dest eceman
Lo weylo lê weylê lo weylo
Em ê jî pê zanebin
Her mêrekî kurdan beranberê sed mêrane

Ji dengê zikê birçî
Ax fedî dike
Ji jana brînê
Hesin fedî dike

Li kûçe û kolanan
Bê mal û bê war in
Şev fedi dike

Birçî û xasî
Li rê û dirban
Li ser çiyanin
Berf fedi dike

Ji dûmana zer
Weşîn wek pelan
Çivîk û zarok bûn
Mirin fedî dike

Gotin: Kemal Burkay
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?